Em li ser rêya Brûkselê ne ku herîn avahiya Roj tv e tevlî bernama Gava Sê emîn ya Helîm Yusuf bibin. Ji bo min rojeka taybeti bû. Min pir cara dixwast ku ez herim serdana Roj tv e. Îro bû nesîb. Helîm Yusuf bi mutewazibûna xwe ereba xwe diajot û behsa rewşa edebiyata Kurdî dikir. Min gelek rewşên birvexwandin Roj tv e nehatin. Lê li Trt 6 ê ketin dorê.
-Min go te Romana min a bi navê Sêwiyên Rojhilatê çawa dît birayê delal?
-Pir baş bû. Min ji bo wê tu vexwandî bernama xwe. Em ê li ser wê bi axivin. Romana Kurdên Anadolî yê. Lê ji aliyê gramer belkî da kêmasiye xwe hebin. Wê em hemû dikin. Lê dîsa jî romaneka serketiye. Rewşa Kurdê Anadoliyê dide ber çava. Trajedî ya ku ew te re derbasûyî bi me dide xuyakirin.
Lê bi rastî ez dixwazim seatek pêşta bighêjim wê avahiya ma pîroz Roj tv e. Ev pîroz e, ji ber ku ew bedeleka pir giran hat bi dest xistin. Roj tv e bibû kelem di çavê dijminan re diçû xar e. Gava ku min lewha Denderleuwê dît min zanî ku em nêzika avahiya Roj tv e bûme. Heycana min hê jî zêde bû.
Sibê cejna Remazanê gelek mêvan tên studya û diçen. Me erbeba xwe li ber avahiyê stop kir û nasnamê xwe dan qontrolvan ji bo qaîd kirine.
Hevala em li ber derî bi germî pêşwazî kirin. - Hûn bi xêr hatine hevalno.
Em derbasî avahiyê bûn. Ew sûretên em her roj li Roj tv e ditin hemû hebûn. Ev sûretan bi me bîyan nedihat in. Ew her roj mêvanê mala me bûn. Lê vê carê ez bûm mêvanê mala wan.
Ozan û dengbêj Şemdîn em li avahiyê gerandin. Lê avahiyeka gelek mezin bû. Bi qasî 60-70 odeyê xwe û şeş studyoyê xwe hebûn. Salona şîv xwarine û salona çay û qahwê vexwarine heye. Li derva saha gog/top listikandin û veleybolê heye.
Lê kêfa kekê Şemdîn gelek hebû. Kurê wî ji welêt hatibû.
-Kek şemdîn te ew kurê xwe çend salin nedîtibû?
-Min ew qet nedîtî bû. Ew di dûv hatina mina Ewrûpa hatibû xwedê dane. Niha 21 saliyê. Mezinê wî jî heye.
Birayê Hesen ez te pîroz dikim, te karekî hêja kiriye. Min pirtûka ku te ji min re şandî wergirt. Çav lê gerandin. 1600 stran, Ne hindik ha! Te di ber wê jî beşek çapkiribû ne wiha ye?
-Belê. Ew di sala 1998 an da bû.
-Otobiyografiya 40-50 dengbêja û destan di pirtûka te de hene.
-Belê
Heval li dor me kom dibûn û yek û yek dihatin em merhaba dikirin.
Te bêyî herkes ji berê da min nas dike. Tu bi xêr hatî kekê Hesen. Naskirina wan a min kêfxweşiye dide min.
Berpirsê bernama Ol û Civakê Diya Botî ji jêr da hat ez hembez kirim.
-Ez te pîroz dikim hezar carî te pîroz dikim, te karekî hêja kiriye. Ma te ji min re jî pirtûkek anî?
-Belê min ji te re jî anî.
Spas spas. Bihayê xwe çiqasê? Ez bidim te.
-Ez deyndarê we me. Ne hûn deyndarê min in
Xwişka Kurda Gulîstan Perwer bi Rotinda ve dikevin hundirê salona çay û qahwê. Hemû ber ve wî/wê dibêzin merhaba dikin. Ew xanimeka ji malê ye. Amedekariya bernama Baxçê Gulan dikir. -Ez te pîroz dikim kekê Hesen. Ma te biyografiya min jî nivîsandiye?
-Belê çawa nenivsînim. Ya te jî ya Şivan Perwer jî. Hûn kevirê stranên me ne.
Rotinda bi zarîf bûna xwe. Kekê Hesen te dîrok û kultura me di du beşên veşartiye. Divê tu vî karî pîroz berdewam bikî. Te karekî pîroz kiriye.
Herkes lê herkes pirtûkê ji min dixwaze. Ez dixwazim bifirim herim Stockholmê hemûya bînim li wan belav bikim. Min yek diyarî Gulîstan, yek Diyar Botî û yek jî diyarî Rotinda kir. Ew gelek kêfxweş bûn. Lê ez jî bi wan kêfxweş bûm.
Seat bû 13:00 an em çûn ciyê xwarine. Me li wir karker û zehmetkêşên Roj tv e dîtin. Ew hemû bi hev re wek heval û dostûn bûn. Herkes li ser karê xwe bû.
Lê ew bi roportaja Yaşar Kaya ya di CNN turk de hatî weşandin gelek pê êşîyabûn. Digotin, çima kekê Yaşar? Çima? Ew axavtinên bi vî rengî ne laîqa zimanê te bû, tu ne laîqa wan axavtinan bûyî. Te çima wiha şaşitî kir? Herkes ji bona wê axavtine bêtalîh li ber xwe diket. Li seat 19:00 em ji avahiyê derketin ku herin bajarê Koln ê. Lê ez bi dilekî xweş ji avahiyê derketim. Çavê min li dûv min neman. Ez bi hevalan bawer bûm. Heryek ji wan xezînek bû. Kî neh sala kî deh sala di wê avahiyê pîroz da xebitî bû. Ez ser serkeftin ji wan re dixwazim. Çavê hemûya maç dikim.
Hesenê Alê Hasan AKBAL
Brûksel -