Omaro ve Çevresi:
31 NUMARALI REKLAM ALANI
Deh û du salî bûm, bûm berdêl.
fatehes Bîrnebûn'den ..

Ji mêj ve û heta roja îro jî zewacên bi vê forma berdêlê di nava kurdan de

heye. Bêguman li gor demên berê îro gelekî kêmtir bûye. Li ser başî û nebaşiya

evê forma zewaca berdêlî, hevkar û nivîskara me Altûn Başaranê ji devê Fatê

xanimê, berdêlî guhdarî kiriye û em jî ji bo xwendevanên xwe diweşînin.

Red

Peyîz bû. Salên min dehûdudu bûn.

Ez li derve bi hevalên xwe ra dilistim.

Diya min bang kir û got; Fatê were!

Were em ê ji bo birangî te Kemal herin

Bîradirêj, xwazginciyê. Ne birangê

min keçik nasdikir ne jî keçikê birangê

min.

Em ji xwazginciyê vegerîn, lê kêfa

malbatê min ji bo ku keçik nedan tunebû.

Min pirsî çima, gotin dê û bavê

keçikê xizan in û lawikî wan î mezin

e. Ê dixwazine keçika xwe ji birê ra

bikin berdêl.

Bavê min pir bi hêrs bû û got: Berdêl

çi ye? Nehat vir ku em pirsekê jê bibirsin.

Diya min got, deng meke, mukî ezraîlî

bi wî ra ye. Em ji bavê xwe pir titirsinî.

Ez dawestîm, min tu deng nekir.

Doradina rê (rojê) serî sibê bavê min çû

cem apê min Salo. Apê Salo wê wextê

reîsê Omara bû. Wê wextê li Omera

erd bela dikirin. Erd didane xortên zewicî.

Bavê min jî ji bo ku birangê min

Kemal erd bistîne bi apê min tanişî.

Apê min got wê vextê em herin li kutukê

mez kin ka keçikê sale xwe çi ne?

Mêz dikin. Salên min di kutukê de

du salan mezin hatiye nivîsîn, ji bo ku

xuşka min a ji min mestir miribû ez jî

kirime şûna wê.

Dûra tên qirara xwe didin û dîsa

terin Bîradirêj, zozanê gundê Omaran,

tatliya(şêrîniya)me her du Fatan

dixwin û vedixwin.

Sewa ku erdê bidin birangê min, ez

kirim berdêl.

Xebera min ji tu tiştî tune, eza xizan

12 salî me, ne wenga zana me.

Zar im.Wê demê li gundan televizyon

mîna niha tunen. Zarên niha pir bi

şans in û hertiştî dizanine. Di guna

me ra tu tiştî wusa tunebû. Dê û bavê

me çi digotin, ew dibû. Me gotinek

nedigot li hemberî dê û bavê xwe.

Lêvên me ji ser hev ranedibûn. Erê,

serê we nêşînim em çar salan bi dergistî

man.

Me qe tu cara hevdu nedît û me

hevdu nas nedikir. Dergîstê min û

birayê min çûn eskerê. Dergîstê min

di ber birangê min ji eskerê hat. Wê

wextê dawet ji xermana bi şuwa diki

rin. Piştî havînê zaxîra xwe helnan,

wan ji bo ku qelindê keçikan nedin,

em kirin berdêl. Malbata dergîstî min

zêr û bajara keçika xwe kirin, bavê min

jî zêr û bajarê min kir. Hertişt temam

e, em î li benda birangê min in ku ji

eskerê were û em dawetê bikin.

Lê xwasiya min ji min hez nedikir.

Navê dergistiyê min Hes bû. Rojekê ji

Hesê re tewê; were! Min ji te ra filan

keçik dîye, here birevîne. Hes tere ba

hevalekî xwe ku motirsîkleta heye, ew

ê bi motirsîkletê keçikê birevînin. Wê

rojê mij û duman dikeve erdê, nikanin.

Xaltîya dergîstê min, Mok, diberizê

Hesê, dibêje ev çi eyb e, wûn fedî jî

nakin ev berdêlên hurda jî zêr û bajara

xwe bûne, îzlema wan derxistine, em

li benda Kemêl in. Ew ji eskeriyê were

ku em daweta we bikin. Nawe! nawe!

qe nabe! Here dev jî berde...

Wexta ku Kemal ji eskerê hat mizgîn

dan me.

Berbîyên min hatin ber mala me,

berbiyên Kemêl jî çûn ber

mala wan. Tenê diya min

li mal bû. Hemû xuşk û birangên

min çûn ber mala

berdêla min. Min xwe kire

paş qêpî, ji tirsa bavê xwe

min nawêrî tiştekî bêjim.

Berbîyên min govend girtin,

xwarin û vexwarin. Ez ê

ditirsime, digrîme.

Dora dine sibê fistanakî

herî kesk li min kirin, kitanek avêtin

serçavên min, ne wek niha ku zave

bûkê ji malê bavê dikeve dêst derdixe,

vêzave li navbera celê zemerî ez siwar

kirim, birim mala Hesê. Berdêla min

jî, birin mala me.

Ez hatim mala xenzûrê xwe. Kesî

nas nakime, xwe xerîb dibînime. Ji bo

ku bavê min em nedişandin cîranan,

em tenê li mal bûn, nedihişt ki em

derêne der.

Bû êvar Hes hat, cara siftê ye ku

em hevdu dibinîne. Em hîn zar bûnî!

Me zû ji hev hez kir. Hîn jî ji hev hez

dikinî.

Tenê, berdêlî ne baş e, rojekê tiştekî

wan dibû tesîra xwe li me dibû. Ji bo

min û Hesê zewaca me baş çû, ji bo

berdêla min û birangê min baş nediçû

û tesîra xwe li me dibû. Berdêlî ne

tiştekî baş e, min xwe wekî însan nedidî.

Çi bêjim, li ba me qîmet nedidane

keçika, tenê lawik bi qîmet bûn, digotin

tu egsigek e, başta tiştin, çima? Em

jî însan in!.

Resimdekiler ; Fatê xanim û dergistiyê xwe Hes

Bîrnebûn 48 sayisinda daha fazlasi var ...

Anahtar Kelimeler
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×

Hasip Kaplan Tavsancalida Halka Seslendi
BDP milletvekilinin Tavsancali ve çevresi ile buluşması ve halka seslenişi ...

Haberi Oku