Bi min ra diwên Fata Xelê. Bavê min
ji Omara, diya min ji gundê Încovê, ji
mala Karta wû. Ez biçûk bûm, heşt sali
bûm. Nêzî mala me li wê waxtê axê
gundî me, mala Alîbegê hebû.
Rojekê dengbêjekî bi navê Memê
Alan wanîn gundê Omara. Bi panzdeh
biroşên mezin xwarin çêkirin. Însanî bîst
gunda lê civîyan, bi coşaka mezin bi hezaran
kes hatin gohdarî lê bikin, ji we ra çi
bêm: bejna Memê tenika dirêj, du mîtro,
çavreşî bi perçem bû, gustirkê ji jorda berde
yê li dawîyê keve, qemişê nawî li mezkî,
bi dengê xwe î xweş weng dest pê kir:Deellllaaaaaaal delaaaaaal tu delal î
were min peva bi xwe ra loooooooo
ez a wî koçerê rakim ji te ra looooooo
can di canî min da maaaaa
ez a te ji xwe ra bi eş kim loooo
bi xwe ra pevim loooo,
Delal tu bihatayî bi mêvanî min ê ji te ra
dîna cotek xali Xoresanî
delalal min e ji te ra serjêkira berxa serkozê
Dulê wî kelberanî
wextêk bavî te yî teres hatji min pirs kir min ê bigota
nizam ku şivanê te yî erab bû
nizam ku tat bû
min bi zimanê wi nizanî
erê bavo min bi zaravê wî nizani.Hîn jî pir bû, nên bîra min. Mîna xwalî
digot, yek jî bi tirki, weng digot:Altunu bozdıralım,
gerdana duzdurelim,
o gelin ayna değil
cebimde gezdireyim,
giderim doğru yolda giderim,
yolda bayram ederim
Li Anatola Navîn, dengê xwe wengi
xweş bû, tesîra xwe li min kir, ku bavê
min çû rahmatê, min li ser bavê xwe weng
got:Vê çûçikê hewe hewe
Ê daniştîye li telakî qewe,
Alaman bişewite yî bi dar e
Bi rojê tarî ye bi şevê sar e,
ku di ber çawê xwang û dayika da were
turîstî pêrîşan e li ber qesthovuza û
li ber banofa cîger lê hatin xarê
Min ê bigota çiya ye, keko, çiya ye
kekî min nazirê mîya ye
bavî min him î şivan e him î nazirê mîya ye
ê danî sibê rûne li ber pêncsed pezî
bidoşe û dor ra çexbe li nevana,
lolo keko te negot Fata min e bêkes e
him bê xwang e himê bê bira ye
sibê da ro li min hilat germek ji germê genima,
ez bi qurbana kekî xwe kim
ku dawestîn li ser terla li ser genima
bir kirin bi santîma.
Ez teleka bi tenê bûm, bi delalî hatibûm
mezinkirin. Bavê min ji min pir
hez dikir. Didame pêşîya her tiştekî.
Min pir hez dikir kare mêra bikim
ne yê jinan, min xwe weng jî didît.
Li wê wextê pismama xwe davête
pêşîyê dotmama. Ji bo ku ez jî telaka bi
tenê bûm, apê min î Xel xwe di ser mi
ra girt, got ev para Osî min e! Os ji min
bi deh salan meztir bû. Ez ê kin bûm, lê
ez a li ser xwe bûm.
Rojekê ez di ber dukanê re derbas
bûm. Os bi xwadiyê dukanê ve li ber dukanê
rûniştibûn. Wî bi Osê re got, lo wa
dotmama te ye wê ji dest xwe bermede!
Osê jî got: weq ez rê jê ji wê ra mame!
Ev li min pir kar hat. Ez çûm ba apê xwe
yî Xel, min got: lawkî te, Os, weng divê.
Ma wî ez xwestime, min jî ew kirîye! Bi
hêrsekî hatim mal. Dûra apê min bang
Osê dike û Osê tîne rê û tatliyê me vedixwin
û haziriya dawetê dikin.
Cîzê min ortîyeka zîlanî bi sê gola,
xeleka delika bi heft renga, deh balifên
yaninî, cotek xalîyê Silê, teşt, biroş,
lokiz, zêr û zivê min, kêmayiyên min çi
bûn, gî kirin. Ez li eraba hespa siwar kirim,
xeftanekî mantelî li min kirin, coxî
Sambolê bi ser da kirin, pişta terebusê bi
rengê kesk, sor, zer û sipî avêtin ser min,
birim mala apê Xel.
Bûm bermaliya herdu malan. Eza
geh li ber bêrîyê me, geh li cut im, geh
li ber cêvî gênim im. Me debara xwe wê
wextê bi cotkarî û recberîyê dikir. Em
zewicandî bûn, lê ew î hertim çav li der
bû. Wextak Os çû Alman, min got, Osê
tu yî serbest î, jineka xwe biwîne, ez a li
vir saxlem im.
Wexta Os li Alman bû min li ser
weng digot;
Cirê vêdikeve îşiq tune
Arî vêdikeve tîn tune
Nên dixwume tam tune
Ciya vedikime xew tune
Hem pismamê min e
Hem malxê malê min e
Hem jî bavkê kurikê min e
Altun Başaran
resim kapak 49
Birnebun'a Tesekkurler 49.sayi